4:48:59 PM
RojavaNews: Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek derbarê êrîşên Ceyş Alislam ên ku bi çekên Kîmyawî li ser Taxa Şêx Meqsûd bikaranî n belavkir, û got Di dema ku çevên cîhanê bi tevahî û Miletê Sûriyê li gotûbêjên Jenêvê ye, ji bo dîtina çereserîyeke siyasî li Sûriyê , agirbesta ku ji aliyê netewên Yekbûyê ve hatbû raghandin hat binpêkirin û ew tawn şermezar kir .
Herwiha ENKS daxwaz ji Desteya Bilind a Danûstandinan kir , ku van tawanan şermezar bikin , û got Ev kar hewldana ji bo armanc kirina piroseya siyasî, û danustandinên Jenêvê, û rêjîm vê yekê dixwaze.
Herwiha ENKS daxwaz ji civaka navdewletî kir , ku lêpirsînê di van tawanan de bike , û tedbîrên xwa yê ji bo rawestandina van binpêkirinan û ji bo parastina sivîlan bi de xuyakirin.
