11:51:26
Rojava News: Ji Sûriyeyê ji hela çepere DAİŞê 3 roketên ku hatin avêtin li nêzîkî herêma sînor li eraziyekî bajarê Kilîsê ketin.
Li gor agahiyan 3 roketên ku ji Sûriyeyê hatin avêtin li bajarê Bakûrê Kurdistanê Kilîsê li taxa Bolukê li nêzîkî rêya Oncupinarê ketin. Di teqînan de tu kes birîndar nebû.
Ji 3 roketan yek neteqiya.
Polêsan li der û dor tevdîrên ewlehiyê dîtin.
