12:13:44
Rojava News: Pisporê Rêxistina Navnetewî ya Efûyê Andrew Gardner bertek da astengî û qedexeyên li ser çapemeniyê û ragihand ku li Tirkiyeyê rewşa çapemeniyê her ku diçe xirabtir dibe.
Zext û zorên hikumeta tirk ya li ser çapemeniya muxalif her ku diçe zêde dibin. Kanalên televîzyonan, rojname û gelek malper gelek caran bêsedem tên girtin an jî astengkirin.
Endamê Rêxisitna Navnetewî ya Efûyê Andrew Gardner derheqê rewşa çapemeniya Tirkiyeyê nirxandin kir û got: ‘ Ji demeke dirêj e ku, em rewşa çapemeniya Tirkiyeyê dişopînin. Lê di encama çavdêriyên xwe de em dibinin ku astengiyên mezin tên kirin. Rewş gelekî xetereye û azadiya çapemeniya li Tirkiyeyê li ber mirinê ye. ‘
Gardner diyar kir ku li Tirkiyeyê weşana bêalî têne li ser malperên înternetê mimkun e lê ew malper jî di hedefa Hikumetê de ne.
Gardner da xuyakirin ku sansûr û astengiyên li ser çapemniyê wekî fikreke stratejîk ya Hikumeta tirk e û ev yek li dijî standartên mafên mirovan.
