Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor zêdekirine!

Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor zêdekirine!

Rojava News: Artêşa Tirkiyê gelek alav û tankên serbazî ser sînorê Kilîsê bicih dike.

Ji Fermandariya Lîwaya Zirxpoş a Dîlokê, îro piştî nîvroyê, di bin bergiriyên ewlekariyê de karwanek serbazî ku ji  tank, alavên serbazî û otombêlên serbazî pêk dihat, ber bi bajarê Kilîsê bi rê ket.

Karwana serbazî ku gihîşt Kilîsê, li Deriyê Sînorê Oncupinar û navçeya Elbeylî ku hemberî herêma Bab ya di bin destê DAIŞ'ê de ye tên bicihkirin.

Ji 18'ê çileyê heta niha 40 guleyên roketê ku ji aliyê Sûriyê hatin avêtin, ketin Kilîsê. 11 kesan canê xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn. Di êrişên duhî de 5 welatiyên Sûriyê canê xwe ji dest da ku 4 ji wan zarokên sêwî bûn.

Piştî şer û aloziya Sûriyê, li Kilîsê hejmara penaberan ji hejmara niştecihan zêdetir bûye.

Ji ber teqînên dawî navenda bajêr vala bûye û ji bilî pêdiviyên mecbûrî kes ji malên xwe dernakeve.