12:36:25
Rojava News: Piştî ku li Qamişlo şer di navbera hêzên asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Sûriyê de heta derengê sibehê berdewam kir, niha rewşa bajar di bêdengiyekê de ye, qedexeya hatin û çûnê di nava bajar de hatiye rakirin, lê hemwelatî ditirisn û newêrin herin nava bazarê.
Ji encama şerê di navbera herdû aliyan de, hikumeta Sûriyê raghandiye, 8 kes hatine kuştin û 12 jî girtî ne.
Ji aiyê din ve jî hêzên asayişa bi ser PYDê daxuyandiye ku di pevçûnên tevahiya rojê de 4 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 welatiyên sivîl ku yek ji wan zarok e û 4 endamên Asayîşê jî birîndar bûn.
