ENKSê Ofîseka Yasayî li Hesekê vekir

ENKSê Ofîseka Yasayî li Hesekê vekir

5:05:33 PM

RojavaNews: Duh roja Çarşemê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Ofîseka Yasayê li taxa Salihiyê ya li Hesekê vekir.

Herwiha nêzîkî 25 Parêzer û Qanûniyên Kurd ji bajarê Hesekê civiyan , û gelek biryar di wê civînê de standin, komîteya Rêveberiyê Hilbijartin, û heryek ji Fayz Elîko , Ekrem Mişo û Riweyda Behlo teklîfkirin ji bo rêveberiya wê bikin ta 6 mehan .

Tê zanîn ku ENKSê di kongirê xwe yê Sêyem de ,biryar stand ku  dezgih û Ofîsên teybet ava bike.