Rojava News Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tûrk daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku bo rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya aştiyê dest bi tevgerê bike.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Mêrdînê Tûrk ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwast, ku bo rawestandina şer û pevçûnan û destpêkirina proseya aştiyê li Kurdistana bakûr destpêşxeriyekê bike.
“Çarenivîsa kurd li her çar parçeyan bi hev girêdayî ye”
Tûrk ji rojnamevan re got, çarenivîsa kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye û gerek roj bi roj gotûbêj û diyalog di navbera kurdan de bo çareserkirina arîşeyan berfirehtir bibe.
Türk her wiha anî ziman ku li Kurdistanê Bakûr di nav gel de jî daxwazekê wisa heye ku Barzanî wek lîdereke kurdan rola xwe ya erênî di bidawîkirina şer û pevçûnan de bibîne.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê anî ziman, ku eger kurdên Kurdistana Bakûr bên tepeserkirin, piştre dê arîşe rastî kurdên Rojava û Kurdistana Başûr jî bên.
