Rojava News: Fermandariya Asayişa Rojava, li ser bangewaza rîsipî û şêxên eşîran agirbest li bajarê Qamişlo ragihand.
Fermandariya Asayişa Rojava ya bi ser PYDê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku, li ser bangewaza rîsipî û şêxên eşîran agirbestê ji aliyê xwe ve ji demjimêr 70: 30an de ragdigihînin, heta ditina çareseriyeke guncaw ji ewlehiya herêmê re.
Serokê Hêza Bergiriya Niştimaniya Sûriyê Mihemed Faris jî ragihand ku şer li Qamişlo bi yekcarî rawestiyaye
Hat zanîn; Ji bo rawestandina şerê di navbera YPG û Artêşa Sûriyeyê bi serpereştiya Rûsya civînek 4 alî hatiye lidarxistin.
Ji 20 Nîsanê ve, şer û pevçûnên tund ên navbera hêzên Asayişa Rojava û YPGê ji aliyekî ve û hêza Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê ji aliyekî din ve derket.
