Hesekê : PYD dest bi hilmeteke girtina Ciwanan kir

Hesekê : PYD dest bi hilmeteke girtina Ciwanan kir

4:47:10 PM

RojavaNews: Îro roja Dûşemê , polîsên leşkerî yên bi ser PYD ve, dest bi hilmeteke girtina Ciwanan bi hiceta leşkeriya neçar li bajarê Hesekê kirin.

Li gor agahiyên hatine bi destxistin, ku polîsên leşkerî li ser hemû rêgirên Hesekê sekinîn û bi dehan Ciwanên ku temenê wan 18 ta 38 salî  girtin û ew birin Navendên perwerdehiyê.

Tê zanîn ku çekdarên PYD li hemû bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê ciwanan bi hiceta leşkeriy neçar digrin.