12:05:03
Rojava News: Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê Profesor Zulkefil Ebdulrezaq kir ku saziyeke cîhanî ya ser bi rêxistina UNESCO ye û sed û bîst welat têda endamin.
Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir ku li Selahedînê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê Profesor Zulkefil Ebdulrezaq kir ku saziyeke cîhanî ya ser bi rêxistina UNESCO ye û sed û bîst welat endamên wê ne.
Di hevdîtinê de Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê xweşhaliya xwe ji bo serdana Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî eşkere kir û her wiha pesna pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê kir û ji xeyrî hebûna şer û tehdidên li ser Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina aramiya xelkê Kurdistanê destxweşî li Serok Barzanî kir.
Di beşekî dinê axaftina xwe de Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê, Serok Barzanî ji pêngav û çalakiyên yekîtiyê agahdar kir û ragihand ku Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê palpiştê xelkê Kurdistane û biryare jî Herêma Kurdistanê bibê endamekî wê Yekîtiyê.
