PYDê rê neda Şanda ENKSê ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibin

PYDê rê neda Şanda ENKSê ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibin

8:08:43 PM

RojavaNews: Îrê roja Çarşemê rêveberiya bi ser PYDê ve rê neda Şanda Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê  ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibin.

Jêderekî ji RojavaNews re ragihand ,ku rêveberiya bi ser PYDê ve rê neda Şanda ENKSê , ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibin, û ew neçar kirin ku ew Şand vegere Herêma Kurdistanê , û di heman demê de , rê dan Sekreterê Partiya Pêşverû Ebdulhemîd Derwîş , ku derbas bibe.

Tê zanîn ku PYD di 17 . 3 . 2016 an de rê neda Serok ENKSê Brahîm Biro ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe.