21:47:37
Rojava News: Pêşveçûna hêzên Pêşmergeyê ya li dijî DAIŞê dewam dikin. Hate ragihandin ku pêşmerge li enîya şer ya çeperê Guverê ya bajarê Mûsilê 10 kîlometro pêşve çûne.
Li gorî aghiyên ku berpirsê çeperê Guverê Kadir Kadir diyar kir ku ji gundê Ebuşitê ve ber bi çemê Guverê ve 10 kîlometro bi pêşve çûne.
Pêşmerge li herêmê piştî paqijkirina mayin û bombeyan dîsa şer dest pê kiriye.
Kadir Kadir destnîşan kir ku îro di saet 12:00an de di navbera wan û terorîstên DAIŞê de şer derketiye û di şer gelek terorîst hatine kuştin.
Fermandar eşkere kir ku balafirên hêzên hevpeyman 8 çeperên DAIŞê ya li gundê Ezbegê bombebaran kirine.
