ENKSê amadekariyên Cenêvê gotubêj kir

ENKSê amadekariyên Cenêvê gotubêj kir

11:01:09

 

Rojava News: Di civata emîndariya giştî de, ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, ENKSê li ser danûstasnên Cenêvê rawestiya û helwesta nûnerên kurd di nava şanda dijbereyê de nirxand.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji nûnerên xwe di şandê de xwest ku pirsa kurd di danûstandinan de gotûbêj bikin.

Di heman civînê de, ENKS biryar da ku bi hilkefta sedsaliya rêkeftina Saykes-Picot, ku li gorî wê Kurdistan hatibû parçekirin û dabeşkirin, semînar û çalakiyên nerazîbûnê bên lidarxistin.

Piştî du xolên danûstandinan li Cenêvê, heya niha pirsa kurdî bi şêweyekî taybet nehatiye behskirin û ti destkeft derbarê mafên gelê Kurd de nehatine bidestxistin, ev yek jî bi gotina beşdarên civîna bûye cihê nerazîbûna  ENKS