9:16:53 PM
RojavaNews: Encûmena Niştimanî Kurdî êrîşa tiroristî ya çekdarên PYD li ser Encûmena xwecihî ya Girkê Legê şermezar kir.
Encûmena Niştimanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Çekdarên PYD bi evan kiryaran radibin wekû tolhildanê ji Encûmena Siyasî Kurdî û pirojeyê wê yê Niştimanî û amadebûna Encûmenê li danûstandinên Cinêvê digel opozisyona Niştimanî Sûrî hem jî dixwazin aramiyê têk bidin û yekîtiya netewî û niştimanî bi evan kirdeyên tiroristî tarûmar bikin.
Di roja Înê 24.01.2014an Nivîsgeha Encûmena xwecihî li Girkê Legê bi lidarxistina Cinêva 2 rev bi giştî hate şewtandin.
di roja duşembê 05.05.2014an durişmê Encûmenê yê li ser Nivîsgehê hate çirandin û di roja yekşembê 24.04.2016an Nivîsgeha Encûmena Niştimanî di demjimêr 8:30 êvarî bi lidarxistina Cinêvê û beşdarbûna Encûmena Niştimanî Sûrî tê de digel Şanda Desteya Bilind ya danûstandinan, hate şewtandin.
