11:56:04
Rojava News: Heyva Sor a Kurdî ragehand ku, ji 16e yê Sibata borî de û heta niha 111 kes ji taxa Şêx Meqsûd a Kurdan li Helebê şehîdbûne, di nav wan de 34 zarok û 42 jin hene.
Derbarê şehîdên taxa Şêx Meqsûd a ku, akinciyên wê hemû Kurdin,herwiha ser bi bajarê Helebê ve ye, Heyva Sor a Kurdî raporek belav kir, tê de amarên şehîd û birîndarên wê taxê di encama êrîşên opozîsyona Sûriyê de ragehandiye.
Li gor rapora Heyva Sor a Kurdî ji 16ê Sipata borî û heta niha 111 kes ji taxa Şêx Meqsûd a Kurdan li Helebê şehîdbûne, di nav wan de 34 zarok û 42 jin hene.
Herwiha 727 kesên sivîl birîndar bûne, di nav de 290 zarok û 205 jin hene.
Herwiha li gor rapora Heyva Sor a Kurdî ji bilî şehîd û birîndaran di encama wan êrîşan de, 2400 avahî wêranbûne.
