Afrîn: 4 top li cihê sivîlan ket!

Afrîn: 4 top li cihê sivîlan ket!

12:14:06

 

Rojava News: 4 gulleyên topê li nêzîkî bajarê Efrînê ketin û di encama ketina wan gulleyên topan de ti zirar çênebû.

Her 4 gulleyên topê li ser riya Cindirêsê ketin û dengê wan topan di nav bajêr de hatin bihîstin.

Ji ber ketina wan gulleyên tope tirs li cem welatiyên Efrînê çêbû.

Hat zanîn, ku di encama ketina gulleyên topê de ti zirar çênebûn.

Li gor agahiyan, Cebhet El-Nusra ji navçeya Etmê wan topan davêje û ev cara yekemîne ku top nêzîkî navenda bajarê Efrînê bi xwe dikevin.

Komên çekdarî yên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam û herwiha çend komên çekdarî yên girêdayî Dijbereya Sûriyê çend meh dibe, ku bi giranî êrişî gund û deverên Kurdan li herêma Efrînê û herwiha taxên Kurdî yên bajarê Helebê dikin