11:09:09
Rojava News:Du xwekujên terorîst ên DAIŞê li Çiyayê Başîkê êrişî çeperên hêzên Pêşmerge kirin, lê beriya ku xwe bigihînin çeperan ji terefê pêşmergeyan ve hatin teqandin.
Berpirsê bereya Çiyayê Başîkê Hemîd Efendî derbarê bûyera êrişa xwekujî de ragihand ku êrişa terorîstên DAIŞî îro berê sibehê pêk hat.
Berpirsê Pêşmerge Efendî di berdewamiya axaftina xwe de got:'Beriya du xwekujên terorîst ên DAIŞê xwe bigihînin bereyên me, ew hatin teqandin. Ew terorîstên DAIŞê bi fen û fêl xwe xistibûn nava wan malbatên ku rojane xwe radestî Pêşmerge dikin.
Çiyayê Başîkê raserî gundên bakurê bajarê Mûsilê ye û bi dirêjahiya xwe ya 40 kîlometroyî li jêr kontrola Pêşmerge de ye.
