Li Hesekî ji ber pêdiviyên jiyanê rêjeya kurdan kêm dibe

Li Hesekî ji ber pêdiviyên jiyanê rêjeya kurdan kêm dibe

12:24:22

 

Rojava News: Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, rêjeya kurdan bi şêweyekî metirsîdar kêm dibe û demografiya bajêr bi temamî tê guhertin.

Bajarê Hesekê bi salan ji aliyê hikûmetên Sûriyê ve rastî plan û projeyên erebkirinê hatibû. Lê ti caran weke van sê salên dawiyê, hejmara kurdan li Hesekê ewqasî kêm nebûbû.

Tevî ku li Hesekê şer bi dawî bûye û di navbera hikûmeta Suriyê û Rêveberiya Xweser de rêkeftin çê bûye, lê hîn jî koçberiya kurdan berdewam e.

Welatiyê bi navê Bengo Naso dibêje, “Piştî şerê li Hesekê, hejmareke mezin ji kurdan koçberbûne û ev yek wê bandorê li ser demugrafiya herêmê dike.”

Bazirganek ji Hesekê dibêje, derdora 50% ji malbatên Kurd ji Hesekê koçber bûne.

Bazirganê bi navê Mihemed Seîd Xelo jî diyar dike ku zêdetirî ji sedî 50 yê malbatên kurdan ji bajarê Hesekê koçber bûne.

Xizmetguzariyên li taxên kurdan ji aliyê Rêvbereya Xweser ve tên pêşkêşkirin.

Welatî dibêjin mazot û gaz tê dabînkirin, lê pirsgirêka avê û elketrîkê berdewam e.