Çekdarên PYD êrîşî gundê Qerxo ya bi ser devera aliyan ve kirin

Çekdarên PYD êrîşî gundê Qerxo ya bi ser devera aliyan ve kirin

6:56:45 PM

RojavaNews: Girûpeke çekdarên bi ser PYD ve êrîşî gundê Qerxo ya bi ser devera aliyan  ve kirin ,û hewl dan ciwanên ku civiyabûn ji bo vedana konê behîdariya ciwanê bi navê Goman Mûsa yê li Nemsayê jiyana xwe ji dest dabû bigrin .

Ew êrîşa PYD hevdem bu li gel emadekariyên welatiyên wî gundî ji bo pêşwaziya cenazya kurê xwe yê ku termê îro di riya deriyê Sêmalkayê re gihişt rojavayê kurdistanê .

Piştî ku konê behîdariyê hat vedan dewryek çekdarên PYD bi sê otomobîlan êrîşkirin li ser wî gundî, û hewldan ciwanên li wê derê bigrin lê hewla wan bi  sernekt ,û şerê destan û gotnan di navbera herdu aliyan de rûda .

Di heman demê de dewryeke dî ya çekdarên PYD êrîşkir li ser mala Beşar Hacî Yasîn li heman gundî û wî girtin piştî ku mala wî pişknîn kirin  .