4 Endamên ENKS berdan 19 jî dan dadgehê!

4 Endamên ENKS berdan 19 jî dan dadgehê!

18:52:08

 

Rojava News: Dozgeriya Giştî ya ser bi Rêveberiya Xweser  ya PYDê, 4 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) serbest berdan û 19ê kesên din jî veguheztin Dadgehan.

Dozgeriya Giştî ya ser bi Rêveberiya Xweser  ya PYDê 4 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) serbest berdan û 19ê kesên din veguheztin Dadgeha Gel.Da zanîn ku, lêkolîn ligel 4 endamên din tê kirin.

Serkirde û Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi hiceta ku, wan xwepêşandanên bê muhlet li darxistine hatibûne girtin, bi wê hicetê doseya 19e kes ji wan veguheste Dadgeha Gel, daku, li gor yasayên Rêveberiya xweser ya bi ser PYDê dê werin dadgehkirin.

Di 15ê Tîrmeha borî de di demam pêşwaziya cenazeya şehîdekê pêşmerge Asayîşa Rojava ya bi ser PYDê 27 serkirde û endamên ENKS girtin.