Rewşa tendrustî ya 2 serkirdeyên PDK-S xirabe

Rewşa tendrustî ya 2 serkirdeyên PDK-S xirabe

6:56:25 PM

RojavaNews: Rewşa tendrustî ya dû serkirdeyên partiya Demuqrata kurdistan Sûriyê di zîndanên PYD de ku eve nêzîkî dû mehane girtî ne xrab bûye , û ji bo nexweşxaneyeke Qamişlo hatine veguhistin.

Çavkanyekî ji partiya Demuqrata kurdistan Sûriyê li Qamişlo ji arkê re ragehand ku, şeva bûrî endamê komîta navendî ya partiya wan Ebid ulkerîm Hacî ji bo nexweşxaneya Emel ya wî bajarî hatiye veguhistin û rewşa wî ya tendrustî xirabûye.

Wê çavkaniya arkê ku nexwest navî wî were ragehandin herweha got Berya sê rojan jî Berpirsê rêveber yê polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan Sûriyê Mihemed Isma'îl ji ber xirabiya rewşa wî ya tendrustî ji bo nexweşxaneya Emel ya bajarê Qamişlo hatbû veguhistin.

Her li gorî çavkaniya arkê ku heta niha nehatiye zanîn ku nexweşxya Ebid ulkerîm Hacî çêye, û heta niha di nexweşxaneyê deye yan jî jbo zîndanê hatiye vegernadin.

Lê diyarkir ku Mihemd Isma'îl Berpirsê Rêvebir yê polîtbîroya partiya Demuqrata kurdistan Sûriyê di zîndanên PYDê de rastî nexweşiya gurçikan hatiye û jiber wê yekê jî jbo nexweşxaneyê hatbû veguhistin.

Ji aliyekî din ve Endamekî malbata Ebid ulkerîm Hacî Endamê Komîta Navendî  ya Partiya Demuqrata kurdistan Sûriyê ji arkê re ragehand ku beriya heftiyekî jî navburî ji zîndanên PYD ji bo nexweşxaneya rehmê hatbû vegushtin û ragehandin ku partiya Yekîtya Demuqratîk PYD di ber saxî û selametya Ebid ulkerîm Hacî de berbrisn.

Di roja 15. 8. 2016 û di dema pêşwaziya cenazeya şehîdê pêşmergeyê roj Hebîb Qedrî ku li Herêma kurdistanê di şerê li djî da'şê de şehîd ketbû çekdarên peyedê herdû endamên serkirdayetya partya demukrata kurdistan surya li gel nşat zaza endamê mektba syasî Naf' 'bid alle endamê komîta navendî yên Partiya demuqrata kurdistan Sûriyê li gel dehan ji endam û serkird û alîgrên ENKSê girtbûn û heta niha çarenvîsa wan nediyare.