McGurk: “Gefên li ser Kurdan kêm bûne, lê ew ketine rikeberiya hev”

McGurk: “Gefên li ser Kurdan kêm bûne, lê ew ketine rikeberiya hev”

Rojava News: Nûnerê Taybet ê Barack Obama Serokê Amerîkayê, Brett McGurk di hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê de, di panêlekê de behsa şerê Mûsilê û derxistina vî bajarî ji destê DAIŞê kir. McGurk derbarê Kurd de jî got: “Gefên li ser Kurdan kêm bûne, lê ew ketine rikeberiya hev.”

Di panêleke taybet de bi navnîşana “Çawan em di şerê li dijî DAIŞê de serkevtî dibin”, ku Serokê Berê yê Saziya Istixbarata Amerîkayê (CIA), general David Petraues birêve dibir û mêvandariya Nûnerê Taybet ê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk hatibû kirin, McGurk derbarê şerê li dijî DAIŞê, operasyona kontrolkirina Mûsilê û rewşa herêma Rojhilata Navîn û bi taybet rewşa Kurdan kir.

Brett McGurk ragihand: “Operasyona kontrolkirina Mûsilê di rê de ye. Amerîka serkirdatiya kontrolkirina Mûsilê nake, belku iraqî bi xwe biryar didin ku hêz li kuderê werin bicihkirin û şer bikin.”

McGurk herwiha got: “Iraqî bi xwe dema destpêkirina wê operasyonên destnîşan dikin, û Amerîka bi rêya navendeke hevbeş a amerîkî-iraqî ku baregeha wê li Bexdayê dibe, alîkariyan pêşkêşî bi wan hêzan dike ku di nav wê navendê de cih digirin.”

McGurk ragihand: “Hikûmeta Iraqê ji aliyê Heyder Ebadî ve tê birêvebirin û Herêma Kurdistanê jî ji aliyê kesekî qehreman û pêşmerge ve, ku navê wî Mesûd Barzanî ye, tê birêvebirin. Ew du kes jî bi tevahî ji hev dûr bûn, lê belê serdana Barzanî bo Bexdayê û civîna wî li gel Ebadî, bû sedem ku plana operasyona Mûsilê bigihîje xala xwe ya dawîn û pirsgirêk çareser bûn.”

Derbarê hejmara wan hêzên ku dê beşdariyê di şer de bikin, Nûnerê Taybet ê Obama diyar kir, 30 hezar çekdar hatine amadekirin ku ji Pêşmerge û Artêşa Iraqê pêk tên.

Brett McGurk tekez kir: “24 hezar çekdarên Sunnî jî ku xelkê parêzgeha Newnewayê (Mûsilê) ne bo şer hatine amadekirin.”

Derbarê Herêma Kurdistanê, Kurd û Rojavayê Kurdistanê de jî, McGurk axivî û wiha got:

Di dema dagîrkirina Kobanî de ji aliyê DAIŞê ve, Kurd hemû yekgirtî bûn, piştî ku pêşniyarî me kirin ku em hevkariyan bigihînin kurdên li Kobanî, da ku bergiriyê li xwe bikin, me karî li gel aliyê Tirk jî qise bikin da ku razî bibin pêşmerge di nav axa wan re derbas bibe, lê belê me dît piştî kêmbûna gefên DAIŞê li ser Kurd, Kurdan bi xwe rikeberiyên hizbî û navxweyî yên navbera xwe tundtir kirin.

McGurk derbarê PKKê de jî axivî û got: “Dema 35 sal e ku şer û pevçûn di navbera PKKê û Artêşa Tirkiyê de berdewam e, lê belê hêj arîşe nehatiye çareserkirin.”

Derbarê rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê de jî, Nûnerê Obama got: “Amerîka wiha dibîne ku ew arîşe pêwîst e bi rêya siyasî were çareserkirin.”