13:00:59
Rojava News: Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, hikûmeta Iraqê PKK bo têkdana devera Şingalê kirê kiriye!
Mehma Xelîl li ser ragihandinê re li ser hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê ya Kurdistana Başûr axivî û got, hikûmeta Iraqê bo derxistina tevliheviyê li devera me, PKK aniye Şingalê. Niha jî PKK bûye metirsî li ser xelkê Şingalê.
Qayîmeqamê Şingalê her wiha got, Şingal ne cihê PKKê ye ji ber ku ti berjewendiyekî PKKê li wir tine. Xelkê Şingalê naxwazin PKK li Şingalê bimîne. Divê Bexda PKKê mecbûr bike Şingalê vala bike.
Mehma Xelîl di wê baweriyê de ye ku hikûmeta Iraqê, PKKê ji bona berjewendiyên xwe li Şingalê bikar tîne . Li Şingalê alozî roj bi roj zêde dibe, sebeba vê yekê jî PKK ye.
Wî rayedarê êzîdî bang li Bexdayê kir pişta PKKê negire û got, bila derbasî beşên din ên Kurdistanê bibin û wan deran rizgar bikin. Meydana rasteqîn a şerê PKKê, Kurdistana Bakûr e.
