12:22:17
Rojava News: Hejmarek ji xortên her çar perçeyên Kurdistanê ku li welatê Siwêdê dimînin, peyamek arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî kirin û ragihandin, rewş û derfeta Iraqê, Rojhilata Navîn û cîhanê rê dide ku Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûna xwe gavan bavêje.
Di peyamê de hat: “Rewş û derfeta Iraqê, Rojhilata Navîn û cîhanê dest dide ku Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûna xwe gavê bavêje. Serxwebûna Kurdistanê mafekî rawa yê miletê me ye ku, di dîrokê de tûşî gelek neheqiyan hatiye.”
Herwiha xortan di peyamê de nivîsiye: “Çê nabe ev rewşa dîrokî bibe qurbana hin pirsgirêkên navxweyî. Em hêvî dikin ku, hemû aliyên sîyasî, olî û neteweyî, saziyên fermî û sivîl nakokiyên xwe deynin alîyekî û di vê prosesa serxwebûnê de hevûdu bigrin, bi yek deng û yek helwest bin.”
Xortan ji Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî daxwaz kirin û gotin: “ Serokê hêja, hêvî û armanca bi milyonan Kurd û Kurdistaniyên li cîhanê ew e, ku Başûrê Kurdistanê bighîje serxwebûna xwe û ew ji bo tevayiya Kurdistanê bibe hêlîneke ewle.”
Herwiha hat jî: “Daxwaza me ew e ku, yekîtiya herî berfireh a hemû alî û hêzên Kurdistanê pêk bê û prosesa serxwebûnê bighijê encamekê. Bi awayekî aram û ewle gihîştina encamekî serkeftî ya prosesa serxwebûnê de rola we ya lihevanîn û pêşengiyê gellekî girîng e.”
