12:41:39
Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, leşkerên pasdar ên Îranê li sînorê Îran û Tirkiyeyê welatiyekî kurd û 2 welatiyên afganî kuştin.
Li gorî zanyariyên berdest, leşkerên pasdar ên Îranê li sînorê Îran û Tirkiyeyê welatiyekî kurd û 2 welatiyên afganî kuştin. Wî welatiyê kurd dixwest wan afganiyan ji sînor derbasî Tirkiyeyê bike.
Hat ragihandin ku leşkerên pasdar ên Îranê grûbeke 3 kesî ku dixwestin ji Îranê derbasî Tirkiyê bibin dane ber guleyan. Di encama wê gulebaranê de her sê kes jî jiyana xwe ji dest dan.
Derket holê ku yek wan kesan, kurdekî xelkê bajarê Mako yê Kurdistana Rojhilat bûye û yên din jî afganî ne. Li gorî nûçeya ajansa BasNewsê, wî kurdî dixwest wan afganiyan derbasî Tirkiyê bike û qesta wan afganiyan jî bû ku derbasî Tirkiyê bibin û ji wir jî berê xwe bidin welatên Ewropayê.
