12:14:12
Rojava News: Îro Îtîlafa Birayetî û Pêkvejiyanê li encûmena parêzgeha Nînowa Seydo Çeto ragehand ku; ’’Bi piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di dema operasyona azadkirina Mûsilê de, lijneyek wê dest bi kar bike ku armanca wan, rizgarkirina revandî û aşkerakirina çarenivîsa wan e.’’ Herwaha aşkera kir, lijne lijneyekî ewlehî ye û ji aliyê parêzgeha Nînowa ve biryar li ser hatiye girtin.
Herwaha diyar kir, birêvebirina karên lijneyê, bi hemahengiya di navbera fermandeyiya operasyona parêzgeha Nînowa û lijneyê de wê bê kirin û hewldanên cidî bo aşkera kirina çarenivîsa keç û zarokên revandî yên kurdên êzdî wê bê dayîn û li hemû baskên şer de nûnerê lijneyê wê hebe û wê hewlên xwe bidin.
