Pêşmergeyekî hêzên ROJ li Mûsilê şehîd bû

Pêşmergeyekî hêzên ROJ li Mûsilê şehîd bû

12:16:20

 

Rojava News: Di Opoerasyona rizgarkirina Mûsilê pêşmergeyekî bi ser hêzên ROJ yê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Berxwedan li mihwerê Xazir şehîd bû.Termê wî jî dê li bakurê were veguheztin. 

Duh li operasyona rizgarkirina Mûsilê 4 hezar pêşmerge bi sê aliyan ve beşdarî wê operasyonê bû, yek ji pêmergeyên Bakur ku, di nav rêzên pêşmergeyên Roj yên Rojavayê Kurdistanê de bû şehîd bû. 

Pêşmerge bi navê Serwet Abişka bû, herwiha bi navê Berxwedan dihat naskirin, Serwet xelkê bajarê Koserê yê ser bi parêzgeha Mêrdînê ve ye û ji sala 2008 ve tevlî refên Pêşmergeyan bûbû.