Şingalê: Pêşmergan êrîşa DAIŞ têkşkand in!

Şingalê: Pêşmergan êrîşa DAIŞ têkşkand in!

12:42:34

 

Rojava News: Hêzên Pêşmerge li Şingalê karîn êrîşekî DAIŞê bişkînin û 3ê otombîlên wan ên bombekirî bişewtînin.

Li gor jêdereke leşkerî bo K24ê ragehandî ku, îro danê sibehê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn êrîşeka DAIŞê li Şingal bişkînin û sê otombîlên bombekirî jî wêranbikin, heman jêderî da zanîn ku, êrîş bi armanca sivkirina fişara li ser bajarê Mûsilê bû.

Çekdarên DAIŞê berbanga sibehê li Şingalê û ji çend aliyan ve êrîş bire ser sengerên pêşmerge , pştî şerûpevçûnekê giran pêşmerge ew êrîş têkişkandin û çendîn çekdarên wê  jî kuştin.

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya Hêzên Pêşmerge dirin.