12:56:53
Rojava News: Pêşmergeyên Kurdistanê li herêma Naweran ya bi ser Mûsilê navgîna hewayî ya bêmirov(NHB)ya aîdê terorîstên DAIŞê xiste xwarê.
Li gorî zanyariyên li ser AAyê hêzên Pêşmergeyan yên li herêma Naweran balafirek NHB ya aîdê terorîstên DAIŞê xistin xwarê.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê bênavber didom e û îro danê sibehê ji sê aliyan destpê kir.
Di operasyona pevçûnên dijwar diqewime de, terorîstên DAIŞê bo herêmên di destê xwe de biparêzin bi topên hawanê êriş dikin. Pêşmerge jî li gel hemû dijwariyan bi çekên giran pêşveçûna xwe ya li herêmê didomîne. Li herêma Naweranê ji xeynî Pêşmergeyan hêzên koalîsyona ku serkêşiya wan DYA dikin jî beşdarî operasyonê dibin.
