Karwaneke alikaariyê bi rêya firokeyan giha Qamişlo!

Karwaneke alikaariyê bi rêya firokeyan giha Qamişlo!

22:53:21

 

Rojava News: Karwaneke mezin a alîkariyên mirovî îro bi rêya Firokexaneya Qamişloyê gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî zanyariyan; Ew karwana alîkariyê ji xûrak û kelûpelên din pêk tê, û ji aliyê Programa Cîhaniya Xûrakê (World Food Program ango WFP) ve hatiye şandin.

Firokeya ku alîkarî pê re bûn, îro danê berî nîvro ji Firokexaneya Şamê ya paytexta Sûriyê rabû û piştî nîvro li Firokexaneya bajarê Qamişlo ya li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê danî.

Rêvebirê WFP ê li parêzgeha Hesekê Afraa Nouh Said di daxuyaniyekê de ragihand, ku kelûpelên nexurakî yên di wê karwana alîkariyê de, ji 1942 sindoqên (boksê) cilûbergên zivistanê ku dê teslîmî rêxistina UNICEFê were kirin, û herwiha ji 546 debeyên neftê (petrolê) pêk tên.

Afraa Nouh Said herwiha da zanîn, ku kelûpelên xurakî jî ji 1820 sindoqên xurakê û 1820 kîsên birinc pêk tê.

Wî berpirsê WFPyê tekez jî kir, ku proseya dabeşkirina alîkariyan li ser malbatên koçber û kesên mihtac bi rêya komele û saziyên xêrxwazî û Şaxeya Hesekê ya Hevya Sora Erebî ya Sûrî berdewam e.

Ji aliyekê din ve ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA jî di nûçeyekê de ragihand, ku şandina alîkariyên mirovî bo parêzgeha Hesekê dê heta 15ê vê mehê berdewam be.

Li gorî heman nûçeya SANAyê, bo gihandina alîkariyên mirovî bo parêzgeha Hesekê, ji meha 7 a sala 2016ê ve heta niha 262 firîn ber bi Firokexaneya Qamişloyê hatine encamdan.