Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku, ji mafê Leşkerên Roj e vegerin navçeyên xwe li Kurdistana Sûriyê.
Piştî civîna wî ligel Serokwezîrê Tirkiyê bi dawî hat û li gor ajansa AAyê ya Tirkiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva pirsên hin rojnamevanan da û got ku, ji mafê Pêşmergeyên Rojava ne vegerin navçeyên xwe û li wir bicih bibin.
Barzanî tekez kir ku, ewê piştevaniya vegerandina wan bikin û diyar kir ku, Kurdên ne alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) jî ji mafê wan li navçeyên xwe bimînin.
Berî niha Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehandibû ku, bi rêya Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî Pêşmergeyên Rojava di demeke nêzîk de vedigerin Kurdistana Sûriyê û bervaniya navçeyê dikin.
Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û ji wê demê ve li Başûrê Kirdistanê şerê li dijî DAIŞê dike.
02:57:29
