Rojava News: Serokê Fransayê François Holland di civîneke hevbeş a rojnamevanî li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî piştî civîna koşka Elyeesayê de ragehand ku Pêşmerge û Herêma Kurdistanê roleke bibandorê û bilind di têkşikandina DAIŞê de hebûne di navçê de û vê berdewam bin li piştgirî dana Kurdistanê.
Ji milê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê di civîna rojnamevanî de spasiya Serokê Fransayê û welatê wî kir ku bi hawara Herêma Kurdistnê ve hat di şerê DAIŞê de.
Herwiha derbara naveroka civînê de barzanî diyar kir ku behsa şerê DAIŞê û çawaniya zêdekirina alîkariyan ji bo Pêşmergeyan hatiye kirin û nêrînên wan li yek nêzîk bûne.
Di civîna rojnamevaniya hevbeş de François Holland tekezî kir ku wî hemû demê piştevaniya Kurdistanê kiriye û vê berdewam bin li piştevaniya Kurdistanê.
10:41:42
