Enqere: Em bi piştgiriya Rûsya li Babê biser ketin

Enqere: Em bi piştgiriya Rûsya li Babê biser ketin

01:49:19

 

Rojava News: Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê Îlnur Çevik got, ne bi pişştgiriya Rûsyayê bûya, operasyona artêşa Tirkiyê li navçeya Babê ya Helebê biser nediket.

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan yê bi navê Îlnur Çevik li paytexta Rûsya bajarê Moskowê beşdarî konferansa “Peywendiyên Tirkiye û Rûsya: Ji Heyama Rageşiyê Ber Bi Xurtkirina Hevkariyê Ve" bû.

Îlknur di konferansa navborî de gotarek pêşkêş kir û got, Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji bo Tirkiyê kesayateke gelekî girîng e û wiha domand:

“Pûtin piştgiriyeke mezin dide Tirkiyê. Em ji bo piştgiriya li Sûriyê daye sipasiya wî dikin. Bi min heger Rûsyayê piştgirî nedaba, me nedikarî em li Babê operasyoneke serkeftî encam bidin. Ji bo ku hêzên asmanî yên Rûsyayê piştgirî dan, me ev operasyona bi awayekê serkeftî pêk anî.”

Serfermandarê Tirkiyê di 24ê Sibatê de ragihandibû ku wan hemû taxê navçeya Babê ji destê DAIŞê kontrol deranîne.