Yekîtiya Oropî bumbebarankirina rêjîma Esed ji kampa kemûnê re Şermezar kir

Yekîtiya Oropî bumbebarankirina rêjîma Esed ji kampa kemûnê re Şermezar kir

3:07:31 PM

RojavaNews: Yakîtiya Oropî bumbebarankirina rêjîma Esed ji kampa kemûnê re, ya derbederên gundewarê Idlibê şermezar kir, û ev bûyer dît ku "binpêkirineke metirsîdar e ji yasaya mirovî ya navdewletî re".

Herwiha Yekîtiya Oropî di daxuyaniyeke hevbeş de, ku doh înê ji Nûnerê bilind ê Karûbarê Siyaseta Ewlekarî Di Yekîtiya Oropî de "Fîdîrîka Moxorînî" û komîserê Oropî yê Alîkariyên Mirovî Û Birêvebirina Tengaviyan "Kiristos Stalyandis", salixa vê bumbebaranê da û got, ku ew karekî "nayê pejirandin".

Herwiha di daxuyaniyê hat: dem hatiye ku civaka Navdewletî bi şêweyekî hevbeş tevbigere ji bo berdewamkirina danûstandinan, û weha jî got:"êrîşên wek vê êrîşê tekez dikin ku pêdiviyek lezgîn bi danûstandinên cedî ji bo bidawîkirina cengê heye", ew cenga ku rêjîma Esed ji berî 5 salan ve li dijî Sûriyan dike.

Û daxuyaniyê daxwaza parastina sivîlan û armancnekirina jêrxaneya sivîl wek dibistanan û avahiyên tendurustiyê kir, her weha tekezî li ser giringiya gihandina bê şert û merc ji alîkariyên mirovahî re ji bo kesên herî hewcedariya wan pê heye kir.

Û Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kîmon dilgiranî xwe der barê vê êrîşê anî ziman, û tekez kir ku encamin rasteqîne ji van binpêkirinên mezin ji yasaya mirovahiya nêvdewletî û yasaya mafên mirovan re hene..