Balafirên Rûsî Idlibê bombebaran kirin!

Balafirên Rûsî Idlibê bombebaran kirin!

13:29:30

 

Rojava News: Balafirên şer yên Rûsi bi bombeyên Fosforê û Napalmê bajarokên di bin  kontrola dijbereya Sûrî li Idlibê topbaran kirin.

Herweha, balafirên Rûsî bi Napalmê bajarên Binişê û Cisir El-Şixûr topbaran kirin, û di encamê de agir bi taxên sivîlan ketin.

Di berdewamiya topbaranê de, balafirên Rûsî bajarê Seraqibê topbaran kirin, û di encamê de hejamrek sivîl birîndar ketin.

Li aliyeke din, balafirên Rûsî bi tundî taxên bajarê Kerunbil li gundewarê Idlibê yê rojava topbaran kirin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl birîndar ketin