11:22:31
Rojava News: Navenda Çavdêriya Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku rêkeftin bi sê deverên din ên herêma Laziqiyê re hat çêkirin û hejmara herêmên tev li agirbestê bûne gihişt 671ê.
Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastin a Rûsyayê de hat ragihandin ku li bajarokê Muaddamiyet el Şêx ê girêdayî herêma Şamê hevdîtinên agirbestê bi rêxistinên çekdarî yên deryasayî û bi fermandarên yekîneyên dijberên çekdar re dewam dikin.
Ji aliyê din ve, di daxuyaniyê de hat ragihandin ku agirbesta li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de 25 caran hat binpêkirin. Rêxistinên deryasayî li herêma Şamê 13 ya Helebê 8 û ya li Laziqiyê 4 caran êrîşî deverên sivîl û sengerên hêzên Artêşa Hikûmeta Sûriyeyê kiriye.
Herwiha navendê diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê û ya hêzên hewayî yên Rûsyayê ti êrîş li herêmên ku ihtimal heye dijber li wan bin nekiriye û bêtirî toneke alîkariya mirovî ji herêma Mizeyrê ya Laziqiyê re hatiye şandin.
