3:01:08 PM
Rojava News : Balafirên Rûsî, îro sibe yekşemê, gundê Besenqol û Kestin li gundewarê Idlib topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn, di nav wan de jin û zarok hebûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Herweha, Balafirên Rûsî bi roketên valahî derdora bajarê Idlib topbaran kirin, û Hêzên Rêjîmê bi roketen derdora bajar topbaran kirin.
Di çarçoveyê de, Balafirên Rûsî bajarokê Temaneya li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin.
Li aliyek din, Hêzên Rêjîmê bi roketen derdora bajarokê Bidama li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.
