Rejima Sûrî taxa El-Saxûr kontirolkirin

Rejima Sûrî taxa El-Saxûr kontirolkirin

2016-11-28

 

Rojava News: Artêşa Sûriyê di êrîşên xwe yên di dawî yê li taxên rojhelatê Helebê pêşvebiçin û taxa El-Saxûr bi temamî kontirol bikin.

Derbarê wê yekê ajansa nûçeyên Sûriyê SANA di nûçeyekê xwe de belav kir ku, Artêşa Sûriyê û Hêzên çekdar piştî kontirolkirina taxên Cebel Bedro, navçeya El-Helik û Mesakin Henano karîn bi taxa El-Saxûr bi temamî kontirolbikin.

Berî niha Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehandibû ku, ji encama pêşveçûnên Artêşa Sûriyê û şerê dijwar ku, li taxên rojhelatê Helebê diqewimê 10 hezar welatiyên sivîl reviyan û ber bi navçeyên di bin deshilata rejîmê û Hêzên Kurdî de çûn.

Rewangehê tekez kir ku, çekdarên Opozîsyona Sûriyê beşê bakur ji rojhelatê Helebê ji dest dan.