Rojava News: Rêvas pincareke lê wek fêqîyan tê xwarin. Hinek rêvasfiroş jêre dibêjin “mûzên Kurda”. Di meha nîsanê de, li cihên hinekî asê û xîz de li zozanan şîn tê. Kurdên me zêde xwarinan jê çê nakin.
Madeyên têde: Narium, kalium, calcium, phosphot, asin, vîtamîn A- B1- B 2 Naîcîn vîtamîn C.
Bandorê wê:
1- Îştahê vedike.
2- Bedenê bi hêz dike.
3- Gazên mexde û rûvîkan ji holê radike.
4- Rengê mîzê (îdrarê) zer dike. Jibo qebizê başe.
5- Lê heke zêde bê xwarin navhinavan dibe (virikî dike). Lewre jinikên zaroyên berpistan (berşîr – yên şîrê dîya xwe dimijin) heyî divê kêm bixwin. An dê zarok pê zikêş û virikî bibe.
6- Dermanê nexweşiya şeker e.
