Rojava News: Lêkolîneka zanistî aşkere kir, vexwarina qehwê û çayê bi rengekî rêxistî di rojê da, metirsîya mirinê, bi rêjeya 13 heta 24% ya mirovî kêm dike.
Ev yek di raporteka senterê niştîmanî yê Japonî yê nexweşîyên penceşêrê da hatîye, ku 90 hezar kesên temenê wan, di navbera 40 heta 69 salî pişikdarî têda kirine û lêkolînê 19 sala vekêşaye.
Encamên lêkolînê dîyar kirine, yên ku rojane 1-2 fincanên qehwê vexwarin, metirsîya mirinê bi rêjeya 15% ya wan kêm bûye û yên rojane 3-4 fincanan vexwarîn, ew rêje bi rêjeya 24% li dev wan kêm bûye.
