RojavaNews :Tirî bi serê xwe dermanxaneye, em Kurd pirî caran dema fêqîyan dixwin, tiştê herî kêrhatî û derman naxwin û tavêjin. Yek ji van jî TIRÎ ye. Dema em tirî dixwin tûvil (qaşil) û dindikên (sîsik , tov, bizir) wî tavêjin û naxwin. Di rastîya xwe de dermanê hemi derdan qaşil û bizrê wî ye. Xasma (taybet) tirîyê reş, (an jî mêwrîj, mûrîj-mewîj).
Tirîyê reş bi serê xwe wek dermanxanekê ye û ew jî xelata xweristê ye. Hewceye tirî bi qaşil û sîsik ve bê xwarin. Kesên diranên wan dest nadin, bila sîsika wê nehavêjin, di sîrkutê, an jî bi awayek din biherişînin, jibo kevçîyek sîsik du kevçik mast an jî hingiv tev bikin û bixwin.
1- Jibo îshalê bisekinîne: Jibo her qedehek çayê pelek belgên mêwê (ter anjî hişk ) bêxin nav firaxekê bila sê kel bênê. 5-10 deqîqan di dema xwe de bimîne û biparzinin. Rojê 3 caran qedehek çayê jê vexwin.
2- Belga mêwê hişk bikin û di nava destê xwe de biperixînin, ku bû toz, wê tozê deynin ser brînê.
3- Belge mêwê ya ter deynin ser brîn û qûnêran, ewê edava nava wan bikêşîne û bikewîne.
4- Ava mêwê: Dema hûn mêwê rûdin (bikesixînin) wê avek jê bê. Wê avê berhev kin, wek pansûmanê jibo sotina çavan û kapekên bihrûyên (burh-ebrû) xwe xin. Û jibo helandina kevir û xîzên nava gurçik û sefrayê, bi zikê birçî qedehek çayê jê vexwin.
5- Xwelîya mêwê: Wan çiqên we rûdayî nehavêjin, bisojin û hilînin. Li gor hewcedarîyê 3-4 kulm ji wê xwelîyê bikin nav tenekek avê û niv seetê bikelînin. Bila hinekî bimîne, paşê biparzinin û jibo xura serî û kapekê serê xwe pê bişon. Hûn dikarin wê avê jibo kuxuk, alûgûhîşk (alok), qirikêşê jî xerxere bikin.
6- Ava tirîyê reş wek şîrê dayikan e . Di lîtrek ava tirî de 800-900 kalorî heye, ew jî bedêla xwarin û vexwarina nîv rojê ye.
7- Heke rojê 3 qedehên ava tirîyê negihiştî (xam) du hefteyan li serhev bê vexwarin, wê kevirên nav gurçikan bihelîne. Heke zikêş û serêşê çêbike, jibo telafîya wê qedehek ava hinaran anjî lîmonê vexwin.
8- Maska tirî: Tirî biherişînin û li rûyê xwe xin, bila seetekê li ser rûyê we bimîne û paşê bişon.
9- Macûna sîskên tirîyê reş: Dindikên tirî di sîrqut an jî bi awayek din bi herişînin. Jibo her kevçîyek bizir 2 kevşîyên mast an jî hingiv tevlê bikin û vexwin. Jibo nexweşîyên me li jor got bi kêrhatî ye.
10- Sîrka tirî: Ava tirî bigivêşin bikin firaxekê, tûlbendekê (kitan yan tiştekî din) pavêjin ser bila 15 rojan bimîne, paşê biparzinin. Li gor dilê xwe bixebitînin.
11- Macûna mewrîjan: Mewrîj, kakilê gûzan (behîv, bindeq. fisteq jî dibin) bi hevre biherişînin (di sîrqutê de biqutin) û hinek nîvişk jî tevlê bikin û berî xwarinan kevçîyek şêranî jê bixwin.
