Xew dermanê xweşikbûn û spehîbûnê ye

Xew dermanê xweşikbûn û spehîbûnê ye

RojavaNews :Xew, dermanê xweşikbûn û spehîbûnê ye. Çermê meriv li gor rojê, bi şev bêhtir xwe nûjen dike. rehên (damar) mirov bi aktîvî  dixebitin û dikşin.

Heger hûn dixwazin mîde we hêsan be, berî ku hûn razên xwarina giran nexwin. Hûn karin şêraniyê bixwun. Ji ber ku, di şêraniyê de hormona bextewariyê, hormona Serotonîn  heye û ev hormon dibe sedema rehetbûn û vezilandina laş û bejnê.

Ji xwe re bernama xewê çêkin. Seeta razanê û a şiyarbûna serê sibê diyar bikin. Heger hûn dixwazin bi şev xweş razên, berî razanê hinekî tevgerên sporê bikin.

Berî go hûn razên, lingên xwe bişon û hinekî anî û pişta xwe bifirkînin û masaj bikin. Hûnê rehet bibin.

Cola, çay, qehwe û nîkotîn dijminên xewê ne. Gava hûn razên ji vana bi dûrkevin. Alkolê hindikî vexwin lê ne zêde.

Ode xwe a razanê baş bibijêrin. Berî go hûn razên pencereyên oda razanê vekin, bila hewa paqij bistîne. Germaya zêde ji xewê re nebaş e. Heger rengê boyaxa oda we a razanê şîn be hîn çêtir e. Ji ber ku, rengê şîn psîkolojîkî mêjiyê mirov rehet dike.

Heger we rojek westiyayî û bi xeztê derbaskiribe, têkevin nav hewdikê avê. Piştre hûn karin li mûzîkek klasîk guhdarî bikin. Bawerkin hûnê baş razên.

Xew ne tenê dermaê xweşikbûn û spehîbûnê lê dermanê mêjî û şarezabûnê ye jî. Li gor zana û pisporên Alman, têrxewî di şarezabûn û di xebata mêjî de bandorê dilîze. Li gor wan, pirsgirêkên ku mêjî bi roj beramber dimîne, bi şev, di xewê de jî li çareseriya wan digere. Ji bo wê jî divê mirov 8 seetan xewa xwe bistîne. Xewa kêmî 8 seetan kar û xebata mêjî derengtir dixe û mêjî diwestîne. Li gor pisporan dermanê xebat û xezta zêde têrxewî ye.

Li gor pisporên Zanîngeha Luebeck’ê a Almanya, kesên ku 8 seetan têr xewa xwe digrin ji yên kêmxewan bêhtir biserketî, şareza û zîrektir in. Gelek caran ji ber kar û xezta mirov kêmî 8 seetan radizê û têrxew nabe. Lê ev kêmxewî gava ket ser hev beden sist dibe, mêjî baş naxebite û konsantrasyona mirov kêm dibe. Kêmxewî û konsantrasyonek nebaş dibe sedema gelek tiştên nexêr.

Li gor lêkolînan ji %10-20 bûyrên traffikê û lihevketinên otombîlan ji bêxewiyê çêdibin.

Di mêjiyê her mirovî de seetek biyolojîk heye. Ev seet 24 seetan dixebite û xew, şiyarî, hormon, birçîtî, avrêjî, zindîtî û gelek tiştên din li hev radigre û wan dixebitîne. Wextê xewê ê herî girîng navbera seet 03:00 – 05:00 e. Di vî wextî de di laşê meriv de her tişt bi hêdî dixebite. Dil kêm lêdide, germa lêş û bêhnstendin kêm dibe. Wextê bernama duemîn a xewê jî navbera seet 15:00 – 17:00 e.

Li gellek welatan di van wextan de xelk radizên û kêmxewiya xwe dişkînin. Mirov nikare bê xew jiyana xwe berdewam bike. Hem ji bo tenduristiya beden û lêş û hem jî ji bo kar û xebatek bê westan divê meriv têr xew be û heger ne bêgavî (mecbûrî) be mirov kêmî 8 seetan ranezê.

Kurdistan

Li Duhokê Şaxê War Sitî yê PDK-Sê Semînareke Rêxistinî û Siyasî li darxist

Li Duhokê Şaxê War Sitî yê PDK-Sê Semînareke Rêxistinî û Siyasî li darxist

Welîd El-Muelên: Danûstandin bi PYDê re wendakirina demê ye

Welîd El-Muelên: Danûstandin bi PYDê re wendakirina demê ye

Kamîran Haco: Em di qonaxa çespandina mafê gelê Kurd de ne

Kamîran Haco: Em di qonaxa çespandina mafê gelê Kurd de ne

Ciwanekî Dirbêsiyê li ser sînorê Tirkiyê birîndar bû

Ciwanekî Dirbêsiyê li ser sînorê Tirkiyê birîndar bû

PYDê keçeke 16 salî li Kobanê leşker kir

PYDê keçeke 16 salî li Kobanê leşker kir

şaned‌eke hevbeş ya PDK-Sê û Y X C D K- R serdana wezareta perwerdeyê kir

şaned‌eke hevbeş ya PDK-Sê û Y X C D K- R serdana wezareta perwerdeyê kir

Xebatkarê Kurd Tewfîq Ebdulmecîd koça dawî kir

Xebatkarê Kurd Tewfîq Ebdulmecîd koça dawî kir

Sûriyê

Şandiyê Emrîka doseya Sûriyê li welatên herêmî gengeşe dike

Şandiyê Emrîka doseya Sûriyê li welatên herêmî gengeşe dike

Esed fermana lîborînê ji bo cudabûyên Leşkeriya neçar ya Rêjîmê derxist

Esed fermana lîborînê ji bo cudabûyên Leşkeriya neçar ya Rêjîmê derxist

Teqînek li Izazê rûda û di encamê de kuştî û birîndar habûn

Teqînek li Izazê rûda û di encamê de kuştî û birîndar habûn

Matîs: Emerîka bi niyaze hêzine Sûrî rahînan bike

Matîs: Emerîka bi niyaze hêzine Sûrî rahînan bike

Karwaneke leşkerî yê Turkiyê derbasî bajarê Seraqibê bû

Karwaneke leşkerî yê Turkiyê derbasî bajarê Seraqibê bû

Rojhilata Navîn

Emerîka û Israîl derxistina Iranê ji Sûriyê gotûbêj dikin

Emerîka û Israîl derxistina Iranê ji Sûriyê gotûbêj dikin

Bûyarek Erebistana Suûdiyê di hejîne...Jinekê sê zarokên xwe ji taqa heftan avêtin

Bûyarek Erebistana Suûdiyê di hejîne...Jinekê sê zarokên xwe ji taqa heftan avêtin

Civîneke 3 alî derbarê Sûriyê li Soçî wê were lidarxistin

Civîneke 3 alî derbarê Sûriyê li Soçî wê were lidarxistin

Cîhan

NY: Bihtirî meliyonek welatiyên Sûriyê derbeder bûne

NY: Bihtirî meliyonek welatiyên Sûriyê derbeder bûne

Encûmena Navdewletî civînek derbarê DAIŞê li dar xist

Encûmena Navdewletî civînek derbarê DAIŞê li dar xist

Babeta çekên kîmawî yên sûrî li Neteweyên Hevgirtî

Babeta çekên kîmawî yên sûrî li Neteweyên Hevgirtî

Raport

  1. Vîdyo
  2. Radio
next
prev