Rojava News :Ji bo ku tu bikarî lingên xwe ji êş û westiyabûnê rizgar bikî, yek ji şêwazên çareseriyê ewe; hewl bide piştî ku tu demek dirêj li ser piyên xwe rawestiyaye, li ser kursiyekê rûnê û lingên xwe bi koşeya 45 bi bilindî deyne.
Ya duyem jî kêmek av bixe nava teştekê û hinek xo bixe nava avê û piştre jî lingên xwe bixe nava avê û 15 xulekan têde bihêle û piştre jî derbixe û piştre carekî din bi avê bişû.
Ava germ fêdeyekî xwe ya baş heye û ji ber wê jî tu dikarî rojane zêde ji carekê bi ava germ (Sargermî) lingên xwe bişû û piştre hişk bike.
Çend parçeyekî bozê (Qeşayê) bixe nava paçekî û li ser lingên xwe deyîne û heya demekî kin tê ji êşa lingên xwe rizgar bibî.
12:35:49
