Weha diranên xwe biparêzin

Weha diranên xwe biparêzin

RojavaNews:Yek ji pirsgirêka ku di warê tenduristiyê de tê kişandin diran û êşa dirana ye. Diran ne tenê haceta xwarinê tenê, lê hacetek girîng ji bedena mirov e jî.

Diran hacetek pir zîz û hesas e. Xwarin û vexwarinên germ û sar, hewa germ û sar jî karin bandorek xerab li diranan bikin û bibin sedema xerabûna wan. Hesasiyeta diranan ji xisardîtina tebeqa bin diranan tê. Xisardîtina wê tebeqa bin diranan dihêle ku diran bêşin, goştê diran xwe berde û diran birizin.

Çend xalên ku dibin sedema hesasiyeta diranan ev in:

1- Xwarin û vexwarinên bi asît: Xwarin û vexwarinên bi asît dibin sedem ku diran zûtir hesas bibin û ji çapa xwe bikevin. Ji bo ku meriv diranên xwe biparêze û diran zû hesas nebin, divê meriv xwarin û vexwarinên bi asît bi sînor bixwe û vexwe.

2- Temen: Hesasiyeta diranan bi piranî di navbera salên 25-30 de tê dîtin. Di vî temenî de divê mirov diranên xwe biparêze û xwe ji xwarin û vexwarinên ku ziyanê didin diranan bi dûr bixe. Piştî salên 25-30 ger meriv balê nede diranên xwe, êdî êş, rizîn û ketina diranan dest pê dike.

3- Firçe: Bikaranîna firçeyên xelet bandorek mezin li diranan dike. Goştê diranan li ba her mirovî ne wehe kev e. Ji ber vê jî firçeyên cûr be cûr tên çêkirin û divê her mirov firçeya ku li gora hesasiyeta goştê diranên wî / wê be bi kar bîne. Heger diranên we zîz û hesas bin û hûn firçeyên hişk bi kar bînin, îhtîmalek pir mezin heye ku diranên we ziyanê bibînin.  Bikaranîna firçeyên xelet û pir bi hişkî firçekirina diranan zirarê dide diranên we. Hinek bawerin ku firçekirina bi hişkî diranan paqijtir û spîtir dike, lê ev ne rast e.  Firçekirina bi hişkî tenê zirarê dide diran û goştê diranan.

4- Zîqandina diranan: Hinek kes di dema aciziya xwe de diranên xwe diziqziqînin û wan bi ser hev de dieciqînin. Pir kes jî hene ku di xewê de diranên xwe bi ser hevde diqiqziqînin û wan bi ser hev de diguvêşin. Ev awe zirarek mezin dide diranan û wan ji çap dixe.

5- Nexweşiyên goştê diranan: Kesên ku nexweşiya goştê diranan bi wan re heye, zûtir raserî hesasiyeta diranan tên. Di nexweşiya goştê diranan de koka diran xwe ji goşt dikşîne û diran bê paraztin dimînin. Ji ber vê jî ketina diranan zûtir rû didin. Herweha kişandina tûtin û cigara zêde jî dibe sedem ku diran û goştê diranan zirarek mezin bibîne.

Hûn karin çi bikin?

1-     Firçeyên ku li gora diranên we ne bi kar bînin û ne bi hişkî, lê bi nermî û nazik firçe bikin. Diran û goştê diranan neêşînin.

2-    Balê bidin xwarin û vexwarinên ku hûn bi kar tînin. Xwarin û vexwarinên bi asît zêde bi kar neynin.

3-    Diranên xwe bi ser hev de neguvêşin. Heger ev nexweşîya we hebe, herin tedawî bibin.  Ji bîr nekin ku zîqandin û guvaştina diranan zirarek mezin dide diranên we.

4-    Macûn û dermanên ku ji bo hesasiyeta diranan hatine çêkirin bi kar bînin.

5-    Di rizîn û êşa diranan de dereng nemînin û serî li doktorê diranan bixin.

Kurdistan

Li Duhokê Şaxê War Sitî yê PDK-Sê Semînareke Rêxistinî û Siyasî li darxist

Li Duhokê Şaxê War Sitî yê PDK-Sê Semînareke Rêxistinî û Siyasî li darxist

Welîd El-Muelên: Danûstandin bi PYDê re wendakirina demê ye

Welîd El-Muelên: Danûstandin bi PYDê re wendakirina demê ye

Kamîran Haco: Em di qonaxa çespandina mafê gelê Kurd de ne

Kamîran Haco: Em di qonaxa çespandina mafê gelê Kurd de ne

Ciwanekî Dirbêsiyê li ser sînorê Tirkiyê birîndar bû

Ciwanekî Dirbêsiyê li ser sînorê Tirkiyê birîndar bû

PYDê keçeke 16 salî li Kobanê leşker kir

PYDê keçeke 16 salî li Kobanê leşker kir

şaned‌eke hevbeş ya PDK-Sê û Y X C D K- R serdana wezareta perwerdeyê kir

şaned‌eke hevbeş ya PDK-Sê û Y X C D K- R serdana wezareta perwerdeyê kir

Xebatkarê Kurd Tewfîq Ebdulmecîd koça dawî kir

Xebatkarê Kurd Tewfîq Ebdulmecîd koça dawî kir

Sûriyê

Şandiyê Emrîka doseya Sûriyê li welatên herêmî gengeşe dike

Şandiyê Emrîka doseya Sûriyê li welatên herêmî gengeşe dike

Esed fermana lîborînê ji bo cudabûyên Leşkeriya neçar ya Rêjîmê derxist

Esed fermana lîborînê ji bo cudabûyên Leşkeriya neçar ya Rêjîmê derxist

Teqînek li Izazê rûda û di encamê de kuştî û birîndar habûn

Teqînek li Izazê rûda û di encamê de kuştî û birîndar habûn

Matîs: Emerîka bi niyaze hêzine Sûrî rahînan bike

Matîs: Emerîka bi niyaze hêzine Sûrî rahînan bike

Karwaneke leşkerî yê Turkiyê derbasî bajarê Seraqibê bû

Karwaneke leşkerî yê Turkiyê derbasî bajarê Seraqibê bû

Rojhilata Navîn

Emerîka û Israîl derxistina Iranê ji Sûriyê gotûbêj dikin

Emerîka û Israîl derxistina Iranê ji Sûriyê gotûbêj dikin

Bûyarek Erebistana Suûdiyê di hejîne...Jinekê sê zarokên xwe ji taqa heftan avêtin

Bûyarek Erebistana Suûdiyê di hejîne...Jinekê sê zarokên xwe ji taqa heftan avêtin

Civîneke 3 alî derbarê Sûriyê li Soçî wê were lidarxistin

Civîneke 3 alî derbarê Sûriyê li Soçî wê were lidarxistin

Cîhan

NY: Bihtirî meliyonek welatiyên Sûriyê derbeder bûne

NY: Bihtirî meliyonek welatiyên Sûriyê derbeder bûne

Encûmena Navdewletî civînek derbarê DAIŞê li dar xist

Encûmena Navdewletî civînek derbarê DAIŞê li dar xist

Babeta çekên kîmawî yên sûrî li Neteweyên Hevgirtî

Babeta çekên kîmawî yên sûrî li Neteweyên Hevgirtî

Raport

  1. Vîdyo
  2. Radio
next
prev