Rojava News :Genimok riwakek ji malbata geniman tê hesibandin, di Kurdî de gelek navên wê hene. Wek: genimok, gilgil, genimşamî, lazut, garis, garisê Stembolî, garisê misrî û hwd.
Welat û Dîrok : Makwelatê genimokê Amerîka latîn, Perû ye. 6000 sal berî niha ji alîyê xelkê wê deverê yên çîyayî ve çandinîya wî hatîye kirin û ji bo xurek û qût hatiye bikaranîn. Di sedsala 16 an de Firansizan bi xwe re anîne Ewropayê. Ji wir çûye Afrîqa, Misir û Kurdistanê û li welatên dinê belav bûye.
Têdahî yê gûfikê: Proteîn, Kalsîyûm,Potasyûm, Hesin, Fosfor, Karbonhîdrat, Glîkoz, Recîne, Rûn, şekir, Cureyên stirolê, vîtamîn A, B1, B2, B3, B5, B6, C, K.
Bikêrhatinên Gûfikê: 1- Aramîyê (rehetî ) dide giyan û bedenê 2- Bedenê bi hêz dike 3- Ji bo kewîna nexweşîya bawîbûnê dibe alîkar 4- Îdrarê diqulipîne 5- Edavên rûvîk, mesane, û prostatê paqij dike 6- Ji bo xistina kevirên mesanê û gurçikan bandorek baş dike.
Genimê wî: 1- Asta enerjîyê bilnd dike 2- Quwetê dide çavan 3- Ji bo tenduristîya çerm zêde bi fayde ye 4- Ji bo westa mejî û bêdesthilatdarîyê başe 5- Pêşîya nexweşîyên çermî digire 6- Pêşîya hişkbûnên reh û jîyan digire 7- Rêyên destavê paqij dike û keviran davêje.
Biknînara: 1- Çaya pirçika genimokê 2- Tentûra gufika gilgil 3- Xwarin
1- Çaya pirçikan : Ji bo prostat, kevirxistin û paqijkirina kevirên edavê (kurmîbûn): 2 kevçîyên şîranî pirçikên genimokê bikin nav çaydanekê, 2 qedehên ava kelandî berdin ser, bila 10 deqîqan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û rojê 3-4 qedehên çayê 4 hefteyan li pey hev vexwin.
2- Tentûra gufikên genimokê ji bo hemoterapî : 150 gr pirçikên gilgil yên nûjêkirî bikin nav şûşekî, niv lître alkola % 70 derece berdin ser û li cihek ku ji tîrêjên tavê dûr e 4-6 hefteyan rawestînin (carran bişilqînin). Paşê biparzinin û bikin şûşên tarî, devgirtî li cihek hênik û bê ronahî biparêzin. Li gor hewcedarîyê 4-6 hefteyan li pey hev, rojê 3-4 caran 10- 15 dilopan jê vexwin. Ew tentûr heta salekê jî xerab nabe.
Xwarin: Genimok kelandî, yan jî biraştî tên xwarin. Tev lî seleteyan dibe û herweha bi awayên peqandî jî, bi kêfxweşî tê xwarin. Konserwe jî jê çêdibin. Arvanê wê jî wek arvanê genim, ji bo her tiştî tê bikaranîn.
