Rojava News: Gelek jin ji ber rewşên ne xwezayî rastî pirsgirêkên tenduristî tên, derbarê xalên ku jinên ducanî hişyar têde bikin Bijîşk Emel Ehmed agahî da û got, "Divê jinên ducanî bi displîn tevbigerin, haj ji tevgerê xwe hebin û her wiha li hember xwarin û razanê bi baldar bin."
Ji ber rewşên ne xwezayî û şer gelek jin li Rojavayê Kurdistanê bi baldarî tevnagerin. Ev yek jî dibe sedema metirsiyên jiyanê, bi taybet jinên ducanî. Bijîşka pispor a bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê Emel Ehmed agahî derbarê parastinê de da û got: Ji ber jin di pêvajoyê xwe ê ducanî de laşê wê gelek hestyar dibe, her cure nexweşî û mîkrobê digre. Ji bo ku rewşê nexweşî giran nebe divê jinên ducanî bi baldarbin û her heyvê carek di kontirola bijîşkê xwe re derbas bibe."
Di her sê mehên destpêkê de çi pêwîstî jinên ducanî ne?
Emel da zanîn ku jinên ducanî di her sê mehên despêkê rastî pirsgirêkên tenduristî tên û wiha got: "Di hersê mehên despêkê de jinên ducanî vedirişin û serhişê xwe ve diçin. Ji bo tenduristî divê jin bi baldar bibe û haj ji xwe hebe ku zarok ji ber neçe. Ji bo can vîtamîn pêşwazî bike divê bi taybet fêkî bixwin."
Piştî Sê mehên destpêkî….
Emel wiha domkir: "Piştî sê mehan divê dayîkên ducanî li hember xwarin, tevger û razanê bi baldar bin û wiha berdewam kir: "Piştî sê mehan êdî tevgerê zarok despêdike, eger jin heya piştî sê heyvan rastî nexweşî û buyerên cuda neyê ew ê zarok bi aweyek tendursit mezin bibe. Lê eger bi baldarî neyê tevgerkirin, mîkrob dê weke veyrosê di laş de xwe belav bike, ev yek bi demê re dibe îltîhab û jiyana zarok û dayîk bi xwe re dixe nava tehlûkeyê de."
Dermanên xwezayî bikar bînin
Emel riya parastina ji îltîhaban wiha ragihand: "Li dijî îltîhaban divê dayîk dermanên xwezayî bikar bînin. Giyayên zencefîl, anason û hwd dikare bikarbîne û pêşî li îltîhaba zêde bigre, Her wiha beqdenûs û nane jî feydeyê wê gelekin, Jinên ducanî divê ji dermanên kimyawî û xwarinên bi hormon dûr bikevin, Ji îltîhabê nexweşiyên taybet pêk tê, Ji ber vê divê jin di mehê dawî de berî zayînê xwe nîşanî bijîşkê xwe bike."
