Girîfon dostê dil e

Girîfon dostê dil e

Rojava News :Girîfon riwakek darane ji malbata narincîyan e. Fêqîyek tama wê tahlemiz e. Fêqîyek gelek faydedar e, lê nabit bi dermanan re bê xwarin ( ji ber ku bandora dermanan zêde bilind dike, dibe sedema (mirin jî têde) xisardayînên mezin.

Berhevkirin: Girîfon jî wek pirteqalan di payîzan de tê berhevkirin. Herweha wek pirteqalan tê bikaranîn.

Têdahîyên pistanbûkê: Bandora dermanan bilind dike, bi dermanan re xwarin û vexwarina ava wê qedexeye.  Av, şekir, rûn, lîf, kalîum, magnezyûm, kalsîyûm, asîdên strîk, cûreyên flavonîtan, (narîngin/ narîngenîn) potasyûm, paxir, sodyûm,  fosfor, vîtmîn A, cûreyên B, C û hwd.

Bikêrhatîyên Girîfonê : 1– Ji bo hemû awayên sermagirtinan bikêrhatî ye. 2- Mêlakê (kezeb/ cergê reş) dixebitîne. 3- Hezmê hêsan dike û iştahê vedike. 4- Zixt (tansîyon) kolestrol û şekir dadixe. 5- Beden û zêhn kişt (zinde) dike û destavê diqulipîne. 6- Goştê diranan diparêze, diranan spî û saxlem dike. 7- Rewşên tevlihevîya mejî, xiyalşikestin, hesûdî, bêqirarîyan ji holê radike. 8- Hinek madeyên xisardar yên nava rovîkan tavêje der. 9- Xwînê paqij dike, dostê dil e û jiyanek bi tenduristî pêk tîne. 1o- Madeyên xisardar ji bedenê tavêje. 11- Li hember penceşêhran bedenê diparêze. 12- Pêşîya destistan ( şêl, felc) bûn û xwînhatinan digire û hwd. Lê qedexeye bi hemû cûreyên dermanan re (aspirîn jî tê de) bê xwarin an jî ava wê bê vexwarin.

Bikêrhatîyên rûnê Girîfonê : Ji bo kuxik, bronşît, xeniqok, astim, serêş, sellûlît, warês û arîşeyên ketina kincan tê bikaranîn.

 

Bikaranîna Girîfonê : 1- Rûnê Girîfonê 2-Maska tûvil (qaşil/kevil) 3- Rêçala tûvilê Girîfonê.

Rûnê Girîfonê : 2-3 dilopên rûn ê Girîfonê bikin ser pirtek şekir an jî parîyek nan û bixwin. Ji bo nexweşîyên li jor qala wan hatî kirin, zehf bikêrhatî ye.

Ji bo aroma : 20/25 dilopên rûn berdin nav qedehek avê û deynin ber pencerê. Bila wisa bisekine wê bêhna xanî xweş bibe û faydê bide nexweşîyan jî.

2- Maska tûvilê Girîfonê: Ji bo ciwanmayînê qaşilên Girîfonan rende bikin û du kevçîyên hingiv bikin nav, baş tevdin û li rûyê xwe xin. 30 deqîqan bisekinin û rûyê xwe bişon.

3- Rêçala qaşilê Girîfonê : Qaşilan hûr kin û bikin nav ava sar, bila 2 rojan di avê de bimîne, lê car û baran ava wê biguherin. Ji bo 1 l av, 1,5 şekir bikin firaxekê bila bikele heta hinekî tîr dibe, paşê qaşilan berdin nav û hêdî hêdî bipêjin. Paşê hinek (2 kevçî) ava leymûn û hinek ava Girîfonan jî bera ser din û 5-10 deqîqan bikelînin (heke rohn be netirsin, ku sar bû ewê tîr bibe).

 

Kurdistan

Li Duhokê Şaxê War Sitî yê PDK-Sê Semînareke Rêxistinî û Siyasî li darxist

Li Duhokê Şaxê War Sitî yê PDK-Sê Semînareke Rêxistinî û Siyasî li darxist

Welîd El-Muelên: Danûstandin bi PYDê re wendakirina demê ye

Welîd El-Muelên: Danûstandin bi PYDê re wendakirina demê ye

Kamîran Haco: Em di qonaxa çespandina mafê gelê Kurd de ne

Kamîran Haco: Em di qonaxa çespandina mafê gelê Kurd de ne

Ciwanekî Dirbêsiyê li ser sînorê Tirkiyê birîndar bû

Ciwanekî Dirbêsiyê li ser sînorê Tirkiyê birîndar bû

PYDê keçeke 16 salî li Kobanê leşker kir

PYDê keçeke 16 salî li Kobanê leşker kir

şaned‌eke hevbeş ya PDK-Sê û Y X C D K- R serdana wezareta perwerdeyê kir

şaned‌eke hevbeş ya PDK-Sê û Y X C D K- R serdana wezareta perwerdeyê kir

Xebatkarê Kurd Tewfîq Ebdulmecîd koça dawî kir

Xebatkarê Kurd Tewfîq Ebdulmecîd koça dawî kir

Sûriyê

Şandiyê Emrîka doseya Sûriyê li welatên herêmî gengeşe dike

Şandiyê Emrîka doseya Sûriyê li welatên herêmî gengeşe dike

Esed fermana lîborînê ji bo cudabûyên Leşkeriya neçar ya Rêjîmê derxist

Esed fermana lîborînê ji bo cudabûyên Leşkeriya neçar ya Rêjîmê derxist

Teqînek li Izazê rûda û di encamê de kuştî û birîndar habûn

Teqînek li Izazê rûda û di encamê de kuştî û birîndar habûn

Matîs: Emerîka bi niyaze hêzine Sûrî rahînan bike

Matîs: Emerîka bi niyaze hêzine Sûrî rahînan bike

Karwaneke leşkerî yê Turkiyê derbasî bajarê Seraqibê bû

Karwaneke leşkerî yê Turkiyê derbasî bajarê Seraqibê bû

Rojhilata Navîn

Emerîka û Israîl derxistina Iranê ji Sûriyê gotûbêj dikin

Emerîka û Israîl derxistina Iranê ji Sûriyê gotûbêj dikin

Bûyarek Erebistana Suûdiyê di hejîne...Jinekê sê zarokên xwe ji taqa heftan avêtin

Bûyarek Erebistana Suûdiyê di hejîne...Jinekê sê zarokên xwe ji taqa heftan avêtin

Civîneke 3 alî derbarê Sûriyê li Soçî wê were lidarxistin

Civîneke 3 alî derbarê Sûriyê li Soçî wê were lidarxistin

Cîhan

NY: Bihtirî meliyonek welatiyên Sûriyê derbeder bûne

NY: Bihtirî meliyonek welatiyên Sûriyê derbeder bûne

Encûmena Navdewletî civînek derbarê DAIŞê li dar xist

Encûmena Navdewletî civînek derbarê DAIŞê li dar xist

Babeta çekên kîmawî yên sûrî li Neteweyên Hevgirtî

Babeta çekên kîmawî yên sûrî li Neteweyên Hevgirtî

Raport

  1. Vîdyo
  2. Radio
next
prev