Rojava News: Nebêjin havîn qediya ez ê berçavka xwe ya tavê, hilînim. Çavên we hîn jî mihtacî parastinê ne. Berf tîrêjên tavê yên ultraviyoleyê ji sedî 80 şewq dide. Ji ber vê yekê bi taybetî jî gava berf bibare, divê mirov berçavkên tavê yên ku li dijî ultraviyoleyê ye, bide ber çavên xwe.
Prof. Dr. Sinan Tatlipinar dide zanîn ku “Berçavkên tavê di mehên zivistanê de li dijî katarakt, nexweşiya nixteya zer û pterjiyumê, çavên meriv diparêze.”
Bala xwe bidin, bila vîtamînên we kêm nebin!
Ji bo siheta çavan xwarin û vexwarina mirov girîng e, Tatlipinar di vê mijarê de, van şîretan dike: “Xwarina zebzeyên ku pelên wan kesk e, fêkî, masî, vîtamîn, omega-3 û luteîn li dijî nexweşiya nixteya zer, mirovan diparêze. Her wiha nekişandina cixareyê jî gelek girîng e. Cixare dibe sedema nexweşiyên wekî katarkt û nixteya zer û gelek nexweşiyên din, ji ber vê yekê divê meriv bala xwe bide ser nekişandina cixareyê.
