Rojava News: Li Rojavayê Kurdistan ji ber şer û pevçûnan ku bandore xwe li ser hizmetguzariya derdorê kiriye nexweşiya Laşmaniye ( Leishmaniasisê) jî li hin deveran zêde buye û aniha hatiye zanîn li Til Koçerê 700 bêtir nexweşên Laşmaniyê hene.
Li gorî çavkaniyên tenduristî yên Meclîsa Tenduristiyê ya bajaroka Tilkoçer û Navenda Tenduristiyê ya bajarok hejmara welatiyê bi vê nexweşiyê ketine nêzî 700 kes in.
Herweha weke sedema esasî zibilgeh û kêzikên ji wan deran çêdibine.
Leşmaniya nexweşiyeke bi riya mêşekê (laşmaniya) bi çermê mirovan dikeve. Mêşa leşmaniya bi şevê tevdigere û bêdeng e. Ji ber vê yekê dema bi mirovekî dide, dibe ku haya wî jê tune be.
Mesa Laşmaniya li serdora çiravan û ji bin laşên ajalan û cihê cope derdikevin. Her wiha di cihekî şilayî û tarî de jiyan dikin.
Berê li aliyê Kobani yê rêjeya wê nexweşiyê zêde bû, lê aniha kêm buye,
Di wê derbarê de xelkê deverê bangdikin ku derman ji bo wan zibilgehan, kêzik û mêşa bê peydakirin.
