Rojava News: Pisporên nexweşiyên pênceşerê ragihandin, ku vexwarina zêde ya çaya kesk metirsiyê ser tenduristiya mirovan çêdike.
Li gorî rapora malpera RT, Tîmekî zaniyaran tekez kiriye, ku gengaz e vexwarina zêde û sîstematîk a çaya kesk bibe sedma peydabûna nexweşiya pênceşerê.
Tîmê zaniyaran diyar kir, ku çaya kesk gênekî taybek, ku navê wî P53ê ye di laş de diafirîne. Ew yek jî, alî pengizîna girêkên pênceşerê dike. Wan herweha amaje kir, ku hebûna wî gênî bi mêjerên biçûk, ti metirsiyê çênake, lê vexwarina çaya kesk wî xurt dike û bi vî rengî gengaziya nexweşiyê mezintir dike.
Tevî ku lêkolînên berê, her çaya kesk weke geyakî baş nirxandine, nemaze ke ew şerê kalbûnê dike, lê piştî derketina encamên vê lêkolînê, endamên tîma zaniyaran dibêjin, ku baştir dibe eger mirov vexwarina çaya kesk kêm bike.
12:15:04
